Fermande Mensûr: Ti cihekî devera Germesêrê di destê DAIŞê de nemaye

23-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Celewla (Rûdaw) – Fermandeyê hêzên Pêşmerge di şerê Celewlayê de Husên Mensûr ragihand, li devera Germesêrê ti devereke kurdî di bin destê DAIŞê de nemaye. Mensûr her wiha got, hêzên PKKê tevlî şerê Celewlayê nebûn.

 

Nahiyeya Celewlayê ya Başûrê Kurdistanê ku dikeve devera Germesêrê ya Başûr û girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê ye, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

 

Li ser çawaniya rizgarkirina Celewlayê, yek ji fermandeyên şerê Celewlayê bi navê Husên Mensûr ji Rûdawê re got, di şerê Celewlayê de tenê hêzên Pêşmerge hebûn û ti hêceke din di wî şerî de beşdar nebûn.

 

PKKê jî ragihandiye ku di şerê Celewlayê de beşdar bûye. Li ser vê mijarê jî Husên Mensûr got, bi qasî ku haya min jê hebû ti hêzeke PKKê tevlî şerê Celewlayê nebû û wiha axivî:

 

“Min ti hêzeke PKKê di şerê Celewlayê de nedît. Lê belkî tevlî jî bibin lê haya min jê nebû. Di wî şerî de hinek kesên xwebexş hatibûn dibe ku ew jjî di nav wan de bûne. Lê em ji giraniya wan ti carî kêm nakin.”

 

Fermande Husên Mensûr anî ziman ku di şerê Celewlayê de ne Îran ne jî Iraqê alîkariya Pêşmerge kiriye û Pêşmerge bi çekên xwe û bi hêza xwe Celewla rizgar kiriye.

 

Wî fermandeyê Pêşmerge diyar kir ku ti devereke Germesêrê di bin destê DAIŞê de nemaye û got, em nahêlin bihustek xaka Kurdistanê di bin destan de bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst