Dibistan û dezgehên hikûmî li Xormatû vebûn
Xormatû (Rûdaw) – Li navçeya Xormatûyê ya ser bi parêzgeha Selehadînê ve piştî aloziyên ku di navbera milîsên şîe û Pêşmerge de derketin, niha dîsa jiyana normal bûye û dewamê dibistanan û dezgehên hikûmî dest pê kiriye.
Li Xormatûyê, ji ber pevçûnên 12ê Mijdarê di nav bera Hêzên Pêşmerge û milîsên şîe yên Heşda Şeibî de li dibistanan perwerde û karê dezgehên hikûmî hatibû rawestandin.
Qeymaqamê Xurmatuyê Şelal Ebdul ji Rûdawê re diyar kir, li dibistanan Perwerde dest pê kiriye û kesên ku eleqeder heger wê biryarê bicih nekin dê werin cezakirin.
Şelal Ebdul da zanîn di heyama aloziyan de çend dibistan vekirbûn lê niha hemû dibistan hatine vekirin û dest bi perwerdeyê kirine.
Ji dema derketina aloziyan di navbera kurd û şîeyan de li navçeya Xormatû ya girêdayî parêzgeha Selahedîn, milîsên girêdayî Heşda Şeibî li dijî kurdan daxuyanî didin û di nav Xormatû de teqe li welatiyên kurd û hêzên ewlehiyê yên kurd dikin.
Di encama aloziyên li Xurmatu de herî kêm 21 kes hatine kuştin ku 10 kes ji wan kurd in.
200 mal û 150 dokan hatine şewitandin
Qayimeqamê Xormatû Şelal Ebdola di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû: “Ji ber wan alozî, şer û pevçûnên ku di demên dawiyê de li Xormatû çê bûn, zirar gihîştiye hejmarek welatiyên navçeyê û di bûyeran de çend kes şehîd û birîndar bûne û herwiha hejmareke zêde ya mal û dokanên welatiyan jî hatine şewitandin.”
Şelal Ebduol derbarê hejmara wan mal û dokanên ku di aloziyên Xormatû de hatine şewitandin, ragihand: “Nêzîkî 200 mal û 150 dokan di aloziyan de hatine şewitandin.”
Ebdol da zanîn, “malên ku hatine şewitandin, malên kurd û tirkmenan in, lê belê pirraniya dokanên ku hatine şewitandin, yên welatiyên kurd in.”