ROJAVA - Mala Êzidiyan 4. kongreya xwe saz kir

Amûdê (Rûdaw) - Îro li bajarê Amûdê yê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Mala Êzidiyan kongreya xwe ya çarem lidar xist.

 

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah ragihand, di ajandaya vê kongireyê de, sererastkirina peyrewa navxwe û hilbijartina Encûmena Giştî û hevserokatiya Mala Êzidiyan heye.

 

Vîviyan Fetah got, kongreya çarem a Mala Êzidiyan di bin diruşma “Ji Şengala Birîndar Ber Bi Efrîna Berxweder” hatiye lidarxistin.

 

Peyannêra Rûdawê diyar kir, ji Rojavayê Kurdistanê, Şingal û Ewropayê beşdarî di vê kongreyê de kirine.

 

Herwiha di kongireyê de, Kurdên Êzidî yên li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê, li Hesekê, Amûdê, Serê Kaniyê û Tirbesipiyê û gundên derdora wan bajaran beşdar bûne.

 

Peyamnêra Rûdawê destnîşan kir, eger ti rewşeke awarte çê nebe, dê kogreya çarem a Mala Êzidiyan îro bi dawî bê.