Li Wanê 300 koçber hatin dersînorkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 300 koçberên ji Efxanistanê hatin dersînorkirin.
300 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibûn desteserkirin.
Kar û barên li Navenda Vegerandinê yên wan koçberan temam bûn.
Koçberên ku demek e li navendê tên ragirtin tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û komandoyan birin Balafirgeha Ferît Melenê ya Wanê.
Li wir kar û barên koçberan hatin temamkirin û bi balafirên Rêhewayên Efxanistanê şandin welatên wan.