Li Kerkûkê 5 şaneyên DAIŞê hatin bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê ragihand ku bi hevahengiya Koalîsyonê bi rêya êrişên asmanî li Kerkûkê 5 şaneyên DAIŞê bombebaran kirine.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê li ser operasyonan daxuyaniyek beêav kir.
Fermandariyê di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku ew bombebaran encama komkirina zanyariyên îstixbaratî yên sê mehan bûye li ser "terorîstan" li sînorê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ew bombebaran bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê û Şaneya Armancgirtinê ya ser bi Operasyonên Hevbeş ve hatiye kirin."
Fermandariya her wiha got, "Êrişê rasterast li armanca xwe xistiye û piştre dê zanyariyên hûrgilî li ser werin belavkirin."