AGIRÎ - Mamoste her roj deriyê dibistanê tenê ji bo xwendekarekê vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Avtineyê yê navçeya Xamûrê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê, dibistan her roj ji bo xwendekar Nevîn Kusmuyê vedibe.

Mamoste Sedanur Acişa ji Stenbolê her roj dersan dide xwendekara xwe Nevîn Kusmuyê û vedigere navenda navçeyê.

Mamosteya ciwan destê tekane xwendekara xwe digire û ew bi hev re ber bi dibistanê ve diçin.

“Destpêkê 6 xwendekar hebûn”

Mamoste Sedanur Acişê behsa rewşa dibistanê kir û got:

“Gundekî ji navçeyê û bajêr dûr e. Em li herêmeke bejahî ne.

Destpêkê li dibistana gund 6 xwendekarên me hebûn, ew jî kêm bûn lê niha tenê xwendekareke me heye.

Xwendekareke tenê tecrubeyeke cuda ye.“

Mamoste û xwendekara xwe di navbera dersan de jî li hewşa dibistanê wekî du hevalan dilîzin.

“Em wekî xwişkên hev in”

Xwendekar Nevîn Kusmuyê hesta xwe ya ji bo mamosteya xwe wiha anî ziman:

“Mamosteya min ji bo min xwişkek e, em wekî xwişkên hev in.

Min ji wê re helbest nivîsand, ez dê dawiya hefteyê jê re diyariyekê bikirim.”

Nevîna ku niha di pola sêyan de dixwîne, dema mezin bibe dixwaze bibe mamoste û xwendekaran perwerde bike.