Li Wanê bav û kur hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wana Bakurê Kurdistanê di şer û pevçûneke bi çekan a li otelekê de bav û kur hatin kuştin.

Li oteleke li Taxa Bahçivanê, di saetên şevê de ji ber sedemeke nediyar di navbera xwediyên otelê û parêzer B.K. û birayê wî S.K. de nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş veguherî şerê bi çekan, xwediyê otelê N.O. û kurê wî hatin gulebarankirin.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê yên ku dengê guleyan bihîst, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê di kontrola xwe de diyar kir ku bav û kur canê xwe ji dest daye.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, termên wan ji bo otopsiyê sewqî morga Saziya Tiba Dadî ya Wanê hatine kirin.

Polîsan di encama xebatên xwe de parêzer B.K. û birayê wî S.K. desteser kirin.