Barîna berfê bera geştyaran da Çiyayê Korekê

23-12-2016
RÛDAW
Geştyar piştî barîna berfê diçin ser Çiyayê Korekê.
Geştyar piştî barîna berfê diçin ser Çiyayê Korekê.
Nîşan Soran Çiyayê Korek Berf Geştyar
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Ji ber barîna rêjeyeke zêde ya berfê li deverên çiyayî yên navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ve, gelek geştyarên Kurd û Ereb bo derbaskirina demek xweş berê xwe didin Çiyayê Korekê.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê Bextiyar Qadir ragihand, li deverên çiyayî yên ser bi Soranê rêjeyeke baş a berfê bariye, bi taybet li ser Çiyayê Korekê nêzîkî 30 cm berf bariye û pileyên hewayê jî hin deman bo bin sifirê dadikeve.

 

Bextiyar Qadir got, bi zêdebarîna berfê, hejmara geştyrarên ku bo derbaskirina demek xweş berê xwe didin deverên çiyayî û bi taybet Çiyayê Korekê zêdetir bûye û sarbûna hewayê nebûye sedem ku xelk neçin ser vî çiyayî.

 

Peyamnêrê me da xuyakirin, beşek ji geştyarên ku serdana Çiyayê Korekê dikin, şevê di malên taybet ên ji bo geştyaran de dimînin.

 

Geştyarên ku diçin ser Çiyayê Korekê, yariyên bi berfê dikin, wêneyên bîreweriyê digirin û suwarî Telefirîkê dibin, ku dirêjiya wê nêzîkî 4 kîlometran e.

 

Bi gotina Peyamnêrê me, li deverên çiyayî yên ser bi navçeya Soranê û devera Balekayetî, di demsala zivistanê de, pileya hewayê heta 15 dereceyan dadikeve bin sifrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst