ÎDIA – Berpirsê hêzên taybet ên PKKê hat girtin

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku di operasyonake hevbeş a MÎT û hêzên artêşa Tirkiyê de berpirsê hêzên taybet ên PKKê hat girtin.


Li gorî îdiayên medyaya Tirkiyê pilebilindekî gerîlayên PKKê ji aliyên hêzên ewlehiya Tirkiyê ve li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin.


Di rojnameya Milliyet a tirkî de hatiye îdakirin: “Di operasyona hevbeş a MÎTa Mêrdîn û Fermandariya Cendermeyên Bajêr de Berpirsê Hêzên Taybet ên PKKê Koçalî Bala yê bi kod navê Mûsa li ser sînorê Sûriyê hatiye girtin.”



Koçalî Baba (Wêne: Millyet)

 

Li gorî nûçeya rojnameyê Koçalî Bala plankarê êrişa li Stenbol û çend êrişên din ên bajarên mezin bûye û navê wî di lîsteya gewr de bû.

Herwiha li gorî heman îdiayan di operasyonekê de “yek ji endama Berpirsê Hêzên Taybet ên PKKê Çiçek Karabulut” jî canê xwe ji dest daye.

Heta niha derbarê vê yekê de ti daxuyaniyên fermî ji aliyê PKKê ve nehatine belavkirin.

Ji aliyê din ve parêzgariya Amedê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku  di operasyona li dijî PKKê de  2 gerîla hatine girtin. 

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Di lêgerîna gundên Dolunay, Turelî û Baglanê yên li baregeh û şikefta hatin kirin de, 5 guleyên roketê, 2 şarjor, bêtêlek, 2 betalên gaze yên mezin, 33 metro qabloya elektirikê, 2 sîwan, 11 pirtûkên rêxistînî, 2 cente, 4 tulumên razanê û gelek kelûpelên xwarinê hatin bidestxistin.”

Nivîsîn: Aydin Bayram

Çiçek Karabulut (Wêne: Milliyet)