Xelkê Rojava ji bo yekrêziya Kurdî: Eger niha li hev nekin, dê kengekî li hev bikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, xelk li bendê ne ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî di navbera hêz û aliyên Kurdî de, gaveke praktîk were avêtin.
Derbarê pêkanîna yekrêziya Kurdî de welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku aliyên Kurd, eger niha lihev nekin, dê kengekî li hev bikin? Hin welatî hêvî dikin, bajarên wan bi hevbeşî were birêvebirin.
Herweha dibêjin, divê aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistnaê ji hev re tenazûlê bikin û îsrarê li ser nerînên xwe nekin.
Hewlên nêzîkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. HSDê înîsiyatîvek bo nêzîkirina aliyên siyasî pêşkêş kiriye.
HSD ligel hemû aliyên siyasî civiyaye. ENKS pêşwaziyê li daxuyaniya Rêveberiya Xweser dike û dixwaze rêveberiyeke hevbeş were avakirin.
Rêveberiya Xweser jî ji bo nêzîkirinê amadebûna xwe nîşan daye.