Li Bakurê Kurdistanê berf berdewam e û rêyên bi sedan gundan hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike û rêya bi sedan gund û cihên nîştecîbûnê hatin girtin.
Li parêzgehên Şirnex, Bedlîs, Colemêrg, Qers, Erdexan, Erzirom, Erzîngan, Agirî, Qers, Muş û Îdirê îro jî barîna berfê berdewam dike.
Li parêzgehên Colemêrg, Mûş û Bedlîsê ji ber berfê rêya 100 gund, mezra û cihên nîştecîbûnê hatn girtin.
Herwiha li ser rêyên di navbera Qers-Îdir û Qers- Erdexanê de jî ji ber berfê û pûkê 20 barhilgir di rê de asê man.
Rêya di navbera navçeya Qaqizman û parêzgeha Agiriyê jî ji ber berfa zêde û bahozê rê ji hatin û çûnê re hatin girtin.
Li piraniya wan parêzgehan rêyên diçin gundan û navçeyên bilind bi berfê hatine girtin.
Tîmên paqijkirina rêyan dest bi xebatên kirine.
Herwiha Rêvebriya Rêyên Bejahiyî jî hişyarî daye û ji welatiyan xwest ku eger ji neçarî nebe li deverên ku berf zêde dibare rêwîtiyê nekin.