Li Êlihê agir bi xaniyekî ket û kesekî 85 salî mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê agir bi xaniyekî yekqatî ket û di encamê de kesekî 85 salî mir
Li navenda parêzgeha Êlihê doh ji ber sedemeke nediyar agir bi xaniyekî yekqatî ket.
Di encamê de Abdurrahman Unuturê 85 salî mir û hevjîna wî Zaîde Unutur jî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Zaîde Unutur ji bo dermankirinê veguhast nexweşxaneyê.