Asayîşê bersiv da Şamê: 'Delîlên me hene'

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) bi daneyên teknîkî îdiayên birêvebiriya Şamê derewandin ku digot "HSDyê li cihên sivîlan û nexweşxaneyê daye."

Asayîşê diyar kir ku ferqa "1 çirkeyî" ya di navbera derketin û ketina topa ku li taxa Cemîliyeyê ketiye, îsbat dike ku êriş ji xalên di bin kontrola Şamê de hatiye kirin.

Piştî şer û pevçûnên ku doh li taxên Kurdan ên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê derketibûn û bûbûn sedema mirina sivîlan, şerê dezenformasyonê dest pê kir.

Li hemberî tohmetên birêvebiriya Şamê ya bi rengê "HSDyê li qadên sivîlan û nexweşxaneyê da", Hêzên Asayîşê yên li taxên Kurdan îro daxuyaniyeke berfireh a ku hûrgiliyên teknîkî dihewîne belav kir.

"Ji 400 metreyan hatiye avêtin"

Asayîşê di daxuyaniya xwe de dîmenên weşana zindî yên kêliya lêdana avahiyeke li taxa Cemîliyeyê wekî delîl pêşkêş kirin.

Di daxuyaniyê de cih ji hûrgiliyên teknîkî re hat veqetandin.

Hat diyarkirin ku di dengê teqînê yê ku di dema weşana zindî de hatiye tomarkirin de, di navbera dengê derketina topê û dengê ketina hedefê de tenê çirkeyek ferq heye.

Asayîşê îdia kir ku ev dema kurt îsbat dike ku gule herî zêde ji dûrahiya 400 metreyî hatiye avêtin û ev dûrahî jî dikeve herêmên "Dadgeha Leşkerî" û "Pêveka Komputerê" yên girêdayî hêzên Şamê.

Hat ragihandin ku goşeya lêdana avahiyê ne ji aliyê Şêx Meqsûd ve, berevajî wê ji herêmên Zanîngeh û Raşidînê yên di bin kontrola birêvebiriya Şamê de hatiye.

"Polîsên Leşkerî li derdora Nexweşxaneya Raziyê da"

Asayîşê bersiv da îdiaya birêvebiriya Şamê ya "HSDyê Nexweşxaneya El-Raziyê kir hedef" û diyar kir ku arasteya çûn û xalên ketina guleyan bi xalên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî Şamê yên di nav bajêr de li hev dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şamê "ji bo ku ji berpirsyariyê bireve senaryoyên sexte çêkirine."

Bîlançoya li taxên Kurdan

Asayîşê ragihand ku wan bi wêneyan belge kiriye ku fraksiyonên girêdayî Şamê bi top û tankan rasterast taxên Kurdan kirine hedef.

Hat ragihandin ku di encama êrişan de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jinekê canê xwe ji dest daye, 19 sivîl birîndar bûne û gelek xanî jî ji bo bikaranînê ne guncav in.

"Rastiyan berovajî dikin"

Hêzên Ewlehiya Hundirîn îdia kir ku birêvebiriya Şamê ji bo sernekeftina xwe ya li qadê û helwesta xwe ya li dijî peymana entegrasyonê ya meha Adarê veşêre, ev êriş pêk anîne.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû, "Ev delîl, fraksiyonên girêdayî hikûmeta Şamê rasterast mehkûm dikin û hewldanên wan ên lêdana gelê xwe û avêtina sûcê li ser yên din eşkere dikin."

Tevî agirbesta ku şeva borî li Helebê hat ragihandin, tohmetbariyên li hemberî hev didomin.