Amerîkayê pergalên parastina esmanî şandin Rojavayê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî sewqiyata xwe ya leşkerî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê didomînin.
Li gorî Çavdêrêgeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), di nava 24 saetên dawî de 4 balafirên barhilgir xwe li baregehên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê danîne.
Li gorî zanyariyan, du balafirên kargo yên artêşa Amerîkayê xwe li Balafirgeha Xirab Cirê ya li gundewarê Rimêlanê yê parêzgeha Hisîçayê danîne.
SOHRê ragihand ku van balafiran sîstemên parastina esmanî û platformên mûşekan bi xwe re anîne.
"Sîstemên parastina esmanî û mûşek"
SOHRê da zanîn ku di dema danîna balafiran de tevgera helîkopterên Amerîkayê jî li esmanê herêmê zêde bûye û ewlehiya herêmê hatiye parastin.
Çavkaniyên SOHRê dan zanîn ku yek ji wan balafiran piştre ji Xirab Cîrê rabûye û ber bi baregeha Qesrekê ya li bakurrojavayê Hesekê ve çûye.
"4 balafir di 24 saetan de"
Bi van seferên dawî re, hejmara balafirên kargo yên ku di 24 saetên dawî de li baregehên Koalîsyona Navneteweyî danîne gihişt çaran.
Hat ragihandin ku di van balafiran de çekên giran û cebilxane hebûne û armanca wan temamkirina wan pergal û çekan bûye ku berê gihiştibûn baregehê.