Li Îzmîr û Semsûrê operasyon: 27 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê û parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke hevwext de, 27 kes bi hinceta ku di nav DHKP/Cyê de çalakî kirine hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, bi hinceta "endamtî" û "lidarxistina çalakiyan" li ser navê rêxistina Eniya Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP/C) dest bi lêpirsînê kir.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro di çarçoveya wê lêpirsînê de li Îzmîr û Semsûrê bi awayekî hevwext bi ser gelek navnîşanan de girt û 27 kes desteserkirin.

Hat ragihandin ku di lêgerînên li mal û navnîşanên kesên desteserkirî de, dest bi ser gelek materyalên dîjîtal, weşanên rêxistinî, tifingeke nêçîrê û fîşekên demançeyan de hatiye girtin.

Hêzên ewlehiyê 27 kesên desteserkirî ji bo wergirtina îfadeyan birin birêvebiriya ewlehiyê.