ÊLIH - Çîroka serkeftinê ya gundê Mehînayê: 53 bijîşk û 150 mamoste gihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek kesên ku li gundê Mehînayê yê navçeya Heskîfê ya Êlihê di pola yekkirî de xwendin, paşê li dibistanên Sêrtê û bajarên derdorê xwendina xwe domand û bûn xwedî pîşe.

Gundê Mehînayê yê li ber keviya Çemê Dîcleyê ku berê girêdayî Sêrtê bû, piştî çêkirina Bendava Germavê sala 2017an, bi Heskîfa Êlihê ve hat girêdan.

Gundê ku sala 1993yan ji ber şer û pevçûnan hatibû valakirin, berê 130 xanî û 550 nifûsa wê hebû.

Di wê serdemê de, gundiyan ji bo derbasbûna Çemê Dîcleyê kelekên ku wan bi xwe çêdikirin bi kar dianîn.

Zarokan bi vê rêyê xwe digihand Sêrtê û wan xwendina xwe didomand.

Zarok rûbirûyî gelek zehmetiya man lê wan hîn bêhtir giringî da xwendinê û di 20 salên dawî de ji gund 53 bijîşk, bi piranî hemşîre nêzîkî 100 pisporên tenduristiyê, 20 parêzer, 150 mamoste û gelek endazyar derketin.

Niha, li gund 30 mal û nêzîkî 120 kesan hene lê ji ber ku hejmara malbatan kêm bûye dibistana li wir êdî perwerdeyê nade û gundî zarokên xwe ji bo dibistanê dişînin navenda bajêr.

"Zarokên me ji xwendinê hez dikin"

Muxtarê Gundê Mehînayê Muslum Bulut got ku malbatên ji gund derketine, niha bi piranî li Sêrtê, navenda bajarê Êlih û navçeyên derdorê dijîn.

Muslum Bulat diyar kir ku di demên berê de, ji ber derfetên perwerdeyê yên li gund kêm bûn, her kesî zarokên xwe dişandin dibistanên şevînmanî yên li Sêrtê û got:

"Xwendekarên me berê li dibistanên şevîmanî dixwend. Niha, hin ji wan hem li navenda bajêr û hem jî li gund mal hene.

Zarokên me ji xwendinê hez dikin. Ev tiştekî ecêb e. Bijîşk, parêzer û gelek mamoste û hemşîreyên me hene.

Em bi wan serbilind in. Bi hêvî me ku zarokên îro, xwişk û birayên xwe yên mezin wekî mînak bigirin."

Bulat destnîşan kir ku li gund ji bo perwerdeyê giringî tê dayîn û 2 xwendekaran par di ezmûna zanîngehê de bi ser ketin û li fakulteya bijîşkiyê hatin qebûlkirin.

Muxtarê gund her wiha da zanîn ku di navbera xwendekaran rikaberiyeke şêrîn û dostane hebû û wiha pê de çû:

"Ji gundê me 53 bijîşk, nêzîkî 100 hemşîre û xebatkarên tenduristiyê yên din hene.

Nêzîkî 150 mamosteyên me hene. Zarokên min li Sêrtê dixwînin. Ji ber ku li vir dibistan tune, em neçar in wan bişînin wir."

"Dîtina perwerdeyê pir bi qîmet bû"

Pisporê Anestezî û Reanimasyonê Dr. Mehmet Beşîr Yildirimê ku li Êlihê di nexweşxaneyeke taybet de dixebite jî diyar kir ku ew li gundê Mehînayê di pola yekkirî de perwerde bûye û çûyîn û hatina dibistanê gelekî zehmet bû lê wî ti carî dev ji xeyalên xwe bernedaye.

Mehmet Beşîr Yildirim wiha got, "Gundê me ji ber ewlehiyê sala 1993yan hat valakirin.

Me paşê di dibistanên ku şêvînmanê wan hene de xwend.

Li gund ewilî ez bûm bijîşk. Paşê bi sedan kes ji zanîngehan mezûn bûn. Dîtina perwerdeyê ji bo şêniyên gund pir bi qîmet bû."

"Em 2 malbat di maleke 2 odeyî de diman"

Pisporê Nexweşiyên Zik Dr. Mehmet Selîm Memîşê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê wezîfedar e jî diyar kir ku malbata wan ji 8 xwişk û birayan pêk tê û wiha behsa serpêhatiya xwe kir:

"Piştî ku em ji ber ewlehiyê neçar man û ji gund derketin, derfetên me tunebûn û em di nava xizaniyê de mezin bûn.

Li gund deriyê debarê pir kêm bûn. Debar tenê ji fistiq û sîran dihat. Ji ber vê yekê çavê gel tenê li xwendinê bû û xwendin wekî rêya xelasiyê dihat dîtin.

Tevî hemû zehmetiyan li pêşiya xwendinê astengiyeke rastîn tune."

Huseyîn Kayayê ku li Sêrtê parêzeriyê dike jî anî ziman ku ew serbilind e ku ji gundê wan ew qas kesên xwende derketine.