Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl ragihand ku Şam nikare wan komên çekdar kontrol bike û ew komên çekdar peymanan sabote dikin.
Ebdulwehab Xelîl diyar kir ku ew komên çekdar bi berdewamî pirsgirêkan ji bo Peymana 10ê Adarê derdixin.
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîlbû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Wî behsa êrişa komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ya li ser taxên Kurdî yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir û got:
"Ev cara sêyem e Peymana 1ê Nîsanê ji aliyê wan komên ku xwe wekî beşek ji artêşa Sûriyeyê dibînin ve tê binpêkirin."
"Dixwazin peymanan têk bibin"
Nûnerê MSDyê hişyarî da hikûmeta Sûriyeyê ku ev kiryar bandoreke neyînî li ser peymanan dikin û wiha axivî:
"Di demekê de ku dan û standina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser li gel Hikûmeta Demkî ya Şamê berdewam dikin, ev komên çekdar ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî êrişan dikin.
Ez di wê baweriyê de me ku çi qasî hewldanên bi vî rengî berdewam bikin, Peymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê dê zêdetir bi ser nekeve."
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî 10ê Adara 2025an ji bo entegrekirina HSD û artêşa Sûriyeyê û dabînkirina mafên Kurdan peymanek îmze kiribû.
Her wiha 1ê Nîsana 2025an jî peymaneke din ji bo derketina HSDyê ji taxên Kurdan ên Helebê û radestkirina wan bi birêvebiriya sivîl a wî bajarî hatibû kirin.
"Destwerdana derve bandorê dike"
Ebdulwehab Xelîl ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ku girîngiyê bide dan û standina navbera Sûriyeyiyan û got:
"Destwerdana derve bandorê li ser dan û standinan dike û dibe sedema derengketina peymanan.
Lewma pêwîst e Hikûmeta Şamê bi awayê Sûriyeyî-Sûriyeyî dan û standinan bike.
Pêwîst e bi awayekî ku tenê berjewendiya Sûriyeyiyan li ser maseyê be gotûbêjan bike.”
#VÎDEO - Ebdulwehab Xelîl: Komên çekdar ên hikûmeta Şamê van pevçûnan (pevçûnên li Helebê) derdixin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 23, 2025
💬 Komên çekdar neketine bin kontrola artêşa Sûriyeyê
💬Komên çekdar naxwazin Peymana 10ê Adarê bi ser bikeve
💬 Dixwazin ji bo armancên xwe yên siyasî zextekê ava bikin… pic.twitter.com/vUFyJJzTkq
Pêşniyara nû ya leşkerî
Doh Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî piştî civîna bi şandeya Tirkiyeyê re ragihandibû ku wan îradeyeke cidî li cem HSDyê nedîtiye.
Şeybanî eşkere kiribû ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pêşniyareke nû ya leşkerî daye HSDyê û gotibû:
"Bersiva me daye û niha em mijûlî gotûbêjkirina bersivê ne."
Ebdulwehab Xelîl li ser vê mijarê got, "Di civîna dawî de ku Sîpan Hemo, serkirdeyê HSDyê tê de beşdar bû, behsa mekanîzmeya tevlîkirina leşkerî û ewlehiyê û şêwaza firqeyan û taybetiya YPJyê hat kirin û pêşveçûnên devkî hebûn.
Vê carê wisa xuya ye ku gotûbêj kirine û bi fermî bersiva pêşniyarên HSDyê da.
Biryar bû gotûbêj li ser bersivên me bên kirin lê ew bûyer hatin pêş."
Bîlançoya şerê Helebê
Doh li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û Asayîşa Navxwe de şer derketibû.
Derengê şevê Wezareta Parastinê yê Sûriyeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn biryara rawestandina şer dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse