Li Rihayê çalakiyeke balkêş: Masî dikevin şûna cîger û kebaban?

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi armanca teşwîqkirina xwarina masiyan, "Çalakiya 3yemîn a Xwarina Masiyan" hat lidarxistin.

Pisporan bal kişand ser giringiya xwarina goştê gewr ji bo tenduristiyê û bangî xelkê herêmê kir ku masiyan bikin beşek ji sifreyên xwe.

Riha bi xwarinên xwe yên goştê sor, kebap û cigera xwe navdar e lê xwarina masiyan li vê herêmê kêm e.

Ji bo guhertina vê çandê û balkişandina ser feydeyên masiyan, diyetîsyen Mehmet Kaplan bi hevkariya Koma Urfatrekkingê çalakiyeke taybet organîze kir.

"Divê masî li ser sifreyan hebe"

Çalakî li restoranteke navenda bajêr pêk hat û nêzîkî 50 endamên komê, bijîşk, dermansaz û diyetîsyen beşdar bûn.

Organîzatorê çalakiyê diyetîsyen Mehmet Kaplan ji Rûdawê re got ku armanca wan ew e xelkê Rihayê hînî xwarina goştê gewr bikin:

"Xelkê me pir masiyan naxwe. Em jî hatin vir da ku milet zanibe xwarina goştê gewr ji bo tenduristiyê baş e. Divê li ser sifreyê masî hebe."

"Sûda goştê gewr ji yê sor zêdetir e"

Beşdarên çalakiyê destnîşan kir ku li herêmê adetên xwarinê piranî li ser goştê sor in lê divê ev yek biguhere.

Welatî Hesen Demîr anî zimên ku ew dixwazin xelkê bajêr masiyan bixwe û got:

"Me îro programeke wiha saz kir. Me hevalên xwe vexwendin. Li herêma me masî nayên xwarin.

Em dixwazin miletê me masiyan bixwe. Masî xwarineke bi feyde ye. Em pêşniyarî milet dikin."

Ronawî Demîrê jî bal kişand ser ferqa di navbera goştê sor û goştê gewr de û wiha got:

"Li bajêr û rojhilat goştê sor zêde dixwin. Em dê îro goştê gewr bixwin.

Goştê gewr bi tendurist e. Em ji bo we jî pêşniyara dikin, goştê gewr bixwin, hîn bi tendurist e."

Çalakî bi dayîna zanyariyên li ser feydeyên masiyan û konsereke biçûk a stranên Kurdî bi dawî bû.