Mihemed Hesen ji bo xatirxwestinê çû cem Serok Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê (UNAMI) Mihemed Hesen pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Mihemed Hesen bi boneya bidawîhatina erkê xwe û ji bo xatirxwestinê Serok Mesûd Barzanî ziyaret kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî spas û pêzanînên xwe ji bo wê piştgiriya berdewam a Serok Barzanî nîşan da ku ji bo serxistin û bipêşveçûna erkên wî yên li Îraqê pêşkêş kiriye."
Serok Barzanî spasiya hewlên wî kir
Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî kir ji bo wan hewlên ku bi mebesta rûbirûbûna astengiyên li Îraqê daye.
Serok Barzanî her wiha spasiya piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo serxistina pêvajoya siyasî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê de kir ku ji bo dabînkirina aramî û kêfxweşiya ji bo gelên Îraqê tê kirin.
Serok Barzanî di dawiyê de ji bo erkê paşerojê yê Mihemed Hesen hêviya serkeftinê xwest.