Li Urmiyeyê qezaya trafîkê: 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin.

Qezayê li ser rêya Urmiye û navçeya wê Selmasê rû da.

Birêvebirê Hawarhatinê yê Urmiyeyê Ferzîn Rezazade li ser qezayê daxuyanî da.

Rezazade ragihand ku otomobîleke taybet û barhilgirek li hev qelibîne.

Li gorî agahiyên ku Rezazade dane, 3 rêwiyên otomobîlê û şofêrê barhilgirê di cih de mirine.

Li aliyê din, Saziya Tiba Dadî ya Îranê rapora xwe ya li ser qezayan belav kir.

Li gorî raporê, ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Îlona 2025an, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 10 hezar û 414 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Di heman demê de 202 hezar û 145 kes jî birîndar bûne.