Master plana Şingaleke nû amade ye

24-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şingal Master Plan Mehma Xelîl
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Proje plana ji nû ve avakirina Şingalê hatiye amadekirin û navê projeyê dibe “Avakirina Şingaleke Nû”. Ji bo alîkariyê master plan pêşkeşî Amerîka û welatên Ewropayê hatiye kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand; “Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihandiye master plana ji nû ve avakirina Şingalê hatiye dariştin. Wan ligel ji nûve dîzaynkirina projeyê ligel şandekî endazyarên hikûmeta Herêma Kurdistanê civîn pêkanîne.”

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku ji bo destpêkirina planê berpirsên Şingalê ligel berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî civiyan e û ev mijar gihandine Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.”

 

Ji ber şer û pevçûnan ji sedî 80yê Şingalê bi temamî wêran bûye. Herwiha ji bo alîkariya cîbicîkirina projeyê, master plan pêşkeşî Amerîka û welatên Ewropayê hatiye kirin.

 

Nasir Elkî got ku nîştecihên Şingalê dixwazin Şingala berî weke remza qehremnatiyê bimîne û Şingaleke nû bê avakirin.

 

Astengiyeke din ê li pêşiya ji nû ve avakirina Şingalê hebûna 7 hêzên cuda yên çekdar e.

 

Roja 3yê Tebaxa 2014ê DAIŞê êrîşî Şingal û gundên derdorê kir û komkujiyeke mezin pêk anî, bi hezaran kurdên êzidî revandin.

 

Di Kanûna sala 2014ê de Hêzên Pêşmerge beşek ji herêm û gundên derdora Şingalê rizgar kir. Di Mijdara 2015ê de jî Şingal bi operasyoneke berfireh ya bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate kontrolkirin.

 

Di duyemîn salvegera komkujiya Şingalê de Serok Barzanî pêşniyaz kir, ku Şingala kevin weke nîşana mazlûmiyet û karesata ser gelê kurd weke xwe bimîne û Şingaleke nû bê damezrandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst