‘Hikûmeta Tirkiyê ligel El Nûsra hevpeymanî kiriye’

24-01-2018
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay da xuyakirin ku hikûmeta Tirkiyê bi Cebhet El Nusra re hevpeymanî kiriye. Cebhet El Nusre, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistineke terorîst tê naksirin.


Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen jî ragihand ku niha Artêşa Tirkiyê bûye kefîlê wan grûpên ku xwe wek “Artêşa Azad a Sûriyê” didin naksirin, lê divê artêş wê yekê zelal bike ka ew kî ne û ji ku derê hatine.


Nerazîbûna partiyên opozîsyona Tirkiyê li ser êrîşa Efrînê berdewa e û HDPê li ser asteke bilind nerazîbûn nîşanî wê pêngava Tirkiyê da û li bajarên cûda yên Tirkiyê civîn sazkirin.

 

Hevseroka HDPê  Serpîl Kemalbay di daxuyaniyekê de li bajarê Enqerê ragihand ku ji ber operasyonê kesên sivîl dibin qurbanî û Tirkiyê bi rêkxistinên cîhadîst re hevpeymanî pêk aniye

 

Kemalbay got: “Bombaran û topbaranên li ser Efrînê gefê li jiyana xelkê sivîl û jin û zarokên li Efrînê dike,  ew êrîş û hewla dagîrkeriyê dê bibe berbest li pêşiya hewlên destpêkirina diyalogê bo dîtina çareseriya siyasî ya li Sûriyê û dê bibie sedem ku careke din şer gur bibe. Mixabin Tirkiye û  hikûmeta wê vî karî dike.”

 

Hikûmeta Tirkiyê li ser zarê Serokomarê Tirkiyê ragihand ku ew rê nadin xwepêşadan bo piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Demokratîk a Gelan (PYD) bên kirin û çalakiyên cemawerî hatin qedexe kirin, loma HDP bi rêya civînên çapemeniyê nerîna xwe tîne ziman.

 

Herderbarê wan operasyonan de Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen jî ragihand ku ew nizanin bi rastî armanca operasyona ser Efrînê çi ye lê ya ku tê dîtîn niha Artêşa Tirkiyê bûye kefîlê Artêşa Azad a Sûriyê ku gelek pirs li ser kar û endamên wê hene û pêwîst e berpirsên leşkerî yên Tirkiyê bo raya giştî eşkere bikin.

 

Derbarê hemam mijarê de Ayhan Bîlgen wiha axifî: “Bi rastî ji ber daxuyaniyên cûda em nizanin armanca wê operasyonê çi ye. Gelo bi rastî armanca operasyonê parastina Artêşa Azad a Sûriyê ye û hêzên leşkerî yên Tirkiyê jî destekê didin wê yan jî gefek li ser Tirkiyê heye û Artêşa Azad alîkariya Tirkiyê dike pir aloze û di daxuyaniyên tên dayîn jî gelek cûdahî heye,  Serok Erkan dibêje ku armanca wan DAIŞ e lê li kudera Efrînê DAIŞ heye û divê bê zelal kirin DAIŞ li kuderê heye ku raya giştî ya Tirkiyê jî wan rastiyan bizane. Ya tê dîtin Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bûne kefîlê Artêşa Azad. Heta niha Artêşa Azad çi ji Amerîka wergirtiye, çekên Amerîka dabe wan li kuderê hatine firotin, binpêkarinên mafê mirovan ku Artêşa Azad kirine û  kesên bûne kefîlê Artêşa Azad gereke eşkere bikin ku endamên Artêşa Azad kî ne û çend kesên El Qaîde di nav wan de hene.”

 

Rexneyên HDPê di demekê de ne ku Parlamenter û Endamê Civata Serkirdayetiya CHPê  Mewlûd Dudu ragihand ku ew mûşekên ji sînorê Efrînê li Hatayê ketine dûratiya wê 12 kîlometre ye, lê ew cihê hikûmeta Tirkiyê behs dike ji 12 kîlometreyan dûrtir e û ti caran nagihe nav navend abajarê Reyhanlî.

 

Biryar e roja 30 vê mehê hikûmet derbarê operasyona ser Efrînê de zanyariyan bide Parlamentoyê.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst