KOBANÎ - Dorpêça çekdaran jiyana xelkê dixe metirsiyê
Navenda Zanyariyan a Rojava li ser dorpêça Kobaniyê raporek belav kir. Li gorî raporê 150 hezar kes di bin dorpêçê de ne.
Rapora nû hişyariya karesateke mirovî li Kobaniyê dide û eşkere dike ku HSDyê di nava du hefteyan de ji sedî 80ê axa di bin desthilata xwe de winda kiriye.
Navenda Zanyariyan a Rojava ragihand ku rûberê axa di bin kontrola HSDyê de ji 50 hezar kîlometre duca daketiye 10 hezar kîlometre duca.
Ev di demekê de ye ku fermandariya HSDyê diyar dike ku deriyên wan ji bo diyalogê vekirî ye lê her du alî hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.
Hin xalên sereke yên raporê wisa ne:
- Li gorî raporê, nêzîkî 150 hezar sivîl di nav Kobaniyê asê mane û rewşa mirovî ya bajêr li ber devê karesatê ye.
- Av û kareba hatine birîn, her wiha ti cureyên sotemenî, xwarin û dermanan nagihîjin bajêr.
Li aliyê din, Heyva Sor a Kurd radigihîne ku hejmarek zarok ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest daye.
Ji ber êrişên li Li Helebê heta niha ango ji ji 6ê Kanûna Paşîn ve nêzîkî 170 hezar kes ji malên xwe koçber bûne.
Welatiyê bi navê Gandî Dawûdê ji Kobaniyê jî ji Rûdawê re behsa rewşa xelkê wî bajarî kir.
Gandî Dawûd daxwaz kir ku "bêyî derengxistin korîdoreke mirovî were vekirin."
"Nan û av nemaye"
Gandî Dawûd ji Kobaniyê ji Rûdawê re got:
"Berf dibare û hewa sar e, derman li nexweşxaneyan nemane û sotemenî tune.
Gelek kesên ku ji gundên Kobaniyê koçber bûne di nav otomobîlên xwe de mane; ne kareba heye ne jî av û nan jî nemaye."
Wî welatiyî wiha daxwaz kir, "Em dixwazin tiştek ji bo vî xelkî were kirin, di vê rewşa sar de gaz jî tune ku em xwe pê germ bikin."
Li Kobaniyê her wiha înternet jî qut bûye.
"Li malekê 10 malbat dimînin"
Gandî Dawûd diyar kir ku li Kobaniyê mal hene 10 malbat tê de dimînin û beşek koçber jî li dibistanan bi cih bûne.
Gandî ragihand, "Dorpêça giran a li ser Kobaniyê didome, firin ji ber nebûna sotemeniyê nikarin kar bikin û nan derxin."
"Kobaniyê bi bêdengî tê qirkirin"
Wî welatiyî xwest ku bi lez alîkariya mirovî bigihêje Kobaniyê û got:
"Heta îro ti alîkarî negihiştiye, eger ev rewş wiha berdewam bike, Kobanî bi bêdengî tê qirkirin."
Ji ber êrişa Artêşa Sûriyeyê ya li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û beşeke Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran welatî koçber bûn û hemû rêyên ku Kobaniyê bi bajarên din ve girê didin hatin girtin.