Li Efrînê 50 hezar koçber hewceyî alîkariyê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Vê mehê zêdetirî 50 hezar welatiyan koçberî bajarê Efrînê û derdora wê bûn.

Berpirsekî Kurd ê li herêmê dibêje ku cih ji bo piraniya koçberan hatiye dabînkirin lê pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.

Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hese li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Hesen got, "Di dema êrişa li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê de 150 hezar Kurd koçberî Efrînê û derdora wê bûn lê nêzîkî 100 hezarî vegeriyan cihên xwe."

Artêşa Sûriyeyê 6ê Kanûna Paşîn a 2026an êrişî wan her du taxên Kurdan ên Helebê kir û piştre operasyon li herêmên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de berfireh bû û di encamê de bi deh hezaran Kurd koçber bûn.

Ehmed Hesen Efrînê got, "Piştî êrişên Helebê, nêzîkî 150 malbatên din ji Tebqayê koçberî Efrînê û derdora wê bûn."

Saziyên xêrxwaziyê alîkariyê dikin

Li gorî gotina Ehmed Hesen, Rêxistina Aştiyê û Dezgeha Xêrxwaziya ya Barzanî (BCF) li Efrînê alîkariya koçberan kiriye.

Ehmed Hesen diyar kir, "Me jî wekî ENKSyê çi ji destê me hatibe me kiriye.

Îdareya xwecihî ya Efrînê jî alîkar bû, bi taybetî ji bo vegera xelkê ya li taxên Kurdan ên Helebê."

“Erebên hawirde malan vala nakin”

Berpirsê ENKSyê yê Efrînê amaje bi wê yekê kir, "Piraniya kesên ku vegeriyane li mala xizmên xwe bi cih bûne û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî jî cihê mayînê ji bo hejmarek malbatan dabîn kiriye.

Hîn jî ew malbat hene ku Erebên hawirde dest daniye ser malên wan û ji wan re vala nekirine."

Li Efrînê pêdiviya koçberan bi alîkariyên mirovî heye lê wekî ku Ehmed Hesen balê dikişîne ser:

"Niha Kobanî bi temamî hatiye dorpêçkirin û pêdiviya wê ya lezgîn bi alîkariyê heye û ti rêxistinê nekarîye bigihe wî bajarî."