Rêveberiya Xweser bang kir: Kobanî ber bi karesateke mirovî ve diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku bajarê Kobaniyê di bin dorpêçeke dijwar de ye û hişyarî da ku bajêr ber bi karesateke mirovî ve diçe ku jiyana bi sed hezaran sivîlan dixe bin metirsiyê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke lezgîn belav kir û bangî raya giştî ya navneteweyî kir ku destwerdanê bikin.
“Kobanî xeta yekem a parastina nirxên mirovahiyê bû”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kobanî sembola berxwedanê ye û wiha hat gotin:
"Kobanî ne tenê bajarek e, ew sembola berxwedanê ye, navê wê di bîra gelê Sûriyeyê û cîhanê de hatiye neqişandin.
Kobanê xeta yekem a parastina nirxên mirovahiyê bû û xaleke dîrokî bû ku rêça şerê li dijî tundrewiyê guherand.
Ji ber wê jî hedefgirtina wê, hedefgirtina rasterast a îradeya gelên azad û tecrubeya demokratîk e."
“Bila korîdorên ewle bên vekirin”
Rêveberiya Xweser daxwaza çareseriyên lezgîn kir û bang kir ku "bêyî ti şert û mercan" korîdorên ewle werin vekirin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û bijîşkî, dermankirina birîndaran û peydakirina pêdiviyên sereke yên şêniyên di bin dorpêçê de bê vekirin.
“Bêdengî hevkarî ye”
Rêveberiya Xweser bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li herêmên Kantona Cizîrê bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin.
Rêveberiya Xweser berxwedana li Hisîça û Kantona Cizîrê silav kir û got:
"Bêdengiya li hemberî bûyerên ku diqewimin hevkariya bi wan re ye, îro destwerdana lezgîn erkeke mirovî ye ku nayê paşdexistin."