Li Qamişloyê rewşa dijwar a koçberan: Zarok birçî ne û xelk ji berfê avê peyda dike

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Kurd ên ku ji ber êrişên Arêşa Ereban a Sûriyeyê berê xwe daye bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê di rewşeke dijwar de ne.

Welatiyekî koçber ê li Qamişloyê ku di dibistanekê de dimîne behsa rewşa xirab a jiyana xwe dike.

Ew welatî dibêje, "Heta niha alîkariya rêxistinên xêrxwaziyê negihiştiye me. Tiştekî me nîne, heta xwarin nîne ku zarokên min bixwin.”

Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, hejmareke zêde ya welatiyan li Rojavayê Kurdistanê koçber bûn.

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman li Qamişloyê çû serdana yek ji malbatên koçber ku li dibistanekê dimînin û behsa rewşa dijwar a jiyana wan kir.

Nûçegihana Rûdawê got, “Li vê derê ez serdana her dibistana ku dikim, rewş gelekî karesatbar e. Xwarin, nivîn, sotemenî û ti pêdiviyên koçberan nînin.”

Dilnya Rehman li dibistana Qamişloyê rewşa jiyana malbateke pênc kesî nîşan dide û dibêje:

“Doh bi şev di vê sermayê de tenê li ser wan nivînan raketine ku bi ti awayî wan ji sermayê naparêze. Niha nîvro ye û ti xwarina wan a germ nîne.”

“Em gelek caran koçber bûn”

Osmanê kusermiyanê malbatê ye ji Rûdawê re got:

“Em xelkê Efrînê ne, ji wir koçberî Şehbayê bûn, piştî 8 salan careke din neçar man werin Cizîrê; piştî ku Dêr Hafir, Tebqa û Reqa hatin girtin, em hemû ber bi Hisîça û Qamişloyê ve koçber bûn.”

Li gorî gotina Osman, li piraniya dibistanên Qamişloyê xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Kobaniyê hene û got:

“Niha tiştekî me nîne, heta zarokên me bê xwarin in. 160 malbat di vê dibistanê de ne û kes li me napirse.”

Li gorî zanyariyên Nûçegihana Rûdawê, nêzîkî 11 rêxistinên xêrxwaziyê çûne bajêr, navê xelkê tomar kiriye lê heta niha alîkarî negihiştiye hemû kesan.

Dilniyayê li ser vê mijarê got, “Yek ji pirsgirêkan ew e ku li Qamişloyê hejmareke zêde ya koçberan heye lê divê rêkxistineke baştir hebe da ku xwarin bigihêje koçberan.”

“Xêrxwazan şîr ji bo zarokê min peyda kir”

Malbata ku Rûdawê serdana wan kiriye zarokekî wan ê çar mehî heye.

Dilniya Rehmanê got, “Xwarineke baş nîne ku ev xatûn bixwe da ku karibe şîr bide zarokê xwe. Çend roj in tenê xwarina di qutiyan de dixwin.”

Osman behsa wê yekê kir ku di dema koçberiyê de wan tenê kariye canê xwe rizgar bikin û ti kelûpel bi xwe re neanîne û got:

“Xêrxwazekî ji dikanekê şîrê qutiyan ji bo zarokê min dabîn kir.”

"Ji bo ava vexwarinê berfê dihelînin"

Li piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê alîkarî ji bo koçber û xelkê Rojavayê Kurdistanê tê komkirin.

Dilniya Rehman derbarê alîkariyan de dibêje, “Her çi li malekê de hebe, ji bo vir pêwîst e, ji ber ku tiştek bi dest nakeve.

Tiştek nîne bixwin, heta hinek malbat ava vexwarinê jî peyda nakin û berfê dihelînin.”