Malbata Simko Şikak: Yekîtî ne tenê stratejîk e, erkekî exlaqî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Peyama Malbata Simko Şikak li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê got, “Yekîtî ne tenê stratejîk e, erkekî exlaqî ye jî”
Malbata Simko Şikak bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û tekezî li ser girîngiya yekîtiya neteweyî, civakî û siyasî kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar re derbas dibin û yekîtî ne tenê pêwîstiyeke stratejîk, di heman demê de erkekî exlaqî û neteweyî ye.
Pêwîstiya yekîtiya neteweyî
Malbata Simko Şikak diyar kir ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê di rewşa niha de rûbirûyê gelek pirsgirêkên siyasî, ewlehî û civakî ne û got:
Taybetmendiya vê qonaxê ew e ku girîngiya yekbûna navxweyî û nasnameya kolektîf zêdetir derdixe pêş.
Dîroka siyasî ya herêmê nîşan daye ku bêyî yekîtî û hevkariya navbera civak û partiyên siyasî, zemîn ji bo destwerdanên derve û pevçûnên leşkerî tê amadekirin.
Analîza rewşa heyî nîşan dide ku îro ji her demê bêhtir, pêwîstiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi yekgirtina civakî, çandî û siyasî ya domdar heye.
Ev yekgirtin ne tenê kapasîteyên navxweyî û çavkaniyên mirovî, çandî û siyasî yên Kurdan xurt dike, di heman demê de hêza wan a li hemberî têkoşînên navxweyî û derve jî bi awayekî xurt li pêşberî cîhan û lîstikvanên herêmê nîşan dide.”
“Serxwebûn û xweparastina navxweyî tenê bi rêya yekbûnê pêkan e”
Malbata Simko Şikak da zanîn ku zzmûnên dîrokî û siyasî yên partiyên Kurdî nîşan dane ku nebûna tifaqên navneteweyî û herêmî dikare valahî û kêmasiyên ewlehî û siyasî yên mezin biafirîne û civakê têxe rewşeke xeternak û got:
“Van ezmûnan selimandiye ku serxwebûna stratejîk û xweparastina navxweyî tenê bi rêya yekbûna civakî û avakirina pêkhateyên nûjen û siyasî pêkan e.
Li aliyê din, dewleta Sûriyeyê di rewşekê de ye ku her çend hîn jî rûbirûyê gelek pirsgirêkên siyasî û aborî ye lê yekgirtina neteweyî û bidestxistina berjewendiyên kolektîf ne dûr e.
Ev rewş, derfeteke dîrokî û bêhempa ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê diafirîne ku bi xurtkirina yekbûna civakî, hevkariya siyasî û pêşxistina nasnameya xwe ya çandî, rolekî çalak di dîzaynkirina siyasî, aborî û ewlehiya Rojavayê Kurdistanê de bilîzin.”
“Yekbûn hêzê diafirîne”
Malbata Simko Şikak bal kişand li ser hêza yekbûnê û got:
“Ji aliyê felsefeya siyasî û civakî ve, yekbûna navxweyî ya Kurdan ne tenê pêwîstiyeke stratejîk e, di heman demê de pîvaneke etîkî û nasnameyî ye.
Yekbûn û hevpeymaniya çandî, ne tenê hêza berxwedana li dijî metirsiyên leşkerî û siyasî zêde dike, her wiha dibe sedema afirandina hêza nerm û dijwar.
Ev cureyê hêzê dikare bi tevahiya dînamîkên civakî, aborî û çandî, peyameke zelal bide cîhan û lîstikvanên herêmî û cihê Kurdan di hevsengiya hêzên herêmî de diyar bike.
Di vê rêyê de, pêşxistina gotara hevpar, zêdekirina kapasîteyên temsîliyet û siyasetê, xurtkirina torên civakî û her wiha bihêzkirina nasnameya kolektîf, dikare bersivên xurt, belgekirî û bibandor ji bo pirsgirêk û têkoşînên heyî peyda bike.
Ev çalakî ne tenê roleke taktîkî di parastina ewlehî û berjewendiyên Kurdan de dilîze, di heman demê de dikare bibe modelek ji bo komên din ên etnîkî û siyasî yên li herêmê.
Ji perspektîfa felsefeya siyasî ve, rêya Kurdan ne tenê çalakiyeke pratîkî ye, ev rê peyameke felsefî-siyasî ye li ser hêza xweparastinê, dadweriya civakî û yekbûna neteweyî.
Yekbûna navxweyî ya Kurdan dikare nîşan bide ku civakek çawa dikare bi hevkariya civakî û çandî, berxwedana li dijî metirsiyên derve û navxweyî misoger bike û hêza xwe ya siyasî û civakî li ser asta herêmî û navneteweyî bide qebûlkirin.”
“Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikarin rolekî rastîn li herêmê de bilîzin”
Malbata Simko Şikak tekez kir ku gihîştina yekîtiya civakî û çandî-siyasî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne tenê pêwîstiya îro ye lê belê sermayeyeke stratejîk e ji bo nifşên paşerojê û got:
“Ev yek bingehê pêşveçûna domdar, xweparastin û rêveberiya nûjen e û di dîroka têkoşîna Kurdan de xeteke girîng tê hesibandin.
Ev rê nîşan dide ku nasnameya kolektîf, yekbûna civakî û hêza siyasî, sê stûnên sereke yên berxwedan û pêşveçûna her civakekê ne û Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikarin bi bikaranîna wan rolekî rastîn di qada siyasî û civakî ya herêmê de bilîzin.”