Trajêdiya koçberên Efrînî li Qamişloyê: Ji bo vexwarinê berfê dihelînin

Li Qamişloyê dibistan bûne stargeha koçberan û şert û mercên jiyanê li ber karesatê ne. Tenê di dibistanekê de 63 malbatên Efrînî dimînin ku bi destê vala ji şer reviyane.

Ji ber nebûna av, xwarin û cilên germ, malbat neçar mane ku berfê bihelînin da ku tîbûna xwe bişkînin.

Çîroka Dayika Meyse û Ehmedê nîşandêr, rûyê herî tal ê vê koçberiyê  ne.

Malbata Meyseyê beriya niha 3 caran koçber bûne. Malbata Meyse ya şeşkesî ev hefteye di vê odeya biçûk a dibistanekê de ne li Qamişloyê.

"Zarok ciwan qetil kirin"

Meyseyê li ser serpêhatiya malbata xwe ji Rûdawê re got,"Em xelkê Efrînê bûn. Hûn dizanin çi hat serê Efrînê.

Em ji Efrînê hatin Şehbayê. Ji Şehbayê em hatin Reqayê. Em pir zehmetiyan dibînin. Çi ji me dixwazin? Îro em Kurd in. Ma hûn çi ji Kurdan dixwazin?

Ma hûn dixwazin Kurdan hemûyan qetil bikin? Keçên biçûk qetil bikin, yên mezin qetil bikin, zarok, ciwanan hemûyan qetil dikin... Ma hûn çi ji me dixwazin?

Îro sê roj in, zarokên me li ser erdê radizên. Tiştekî me tune ye, ne pere bi me re hene, ne tiştek bi me re heye. Tenê hinek doşekên singir hene ku em li ser wan rûdinên."

Ev dibistana sê tebeqe ye. Bi rastî di her tebeqeyekê de ku tu derbas dibî, çîrokek heye.

Çîroka wan xelkên ku ji bajar û bajarokên cuda, ji mala xwe, ji mikê xwe, ji şûneke ku divê serpenayeke germ be bo wan reviyane û koçber bûne.

Niha neçar in li şûneke wiha bijîn ku pêdiviyên wan ên sereke jî lê nînin.

Dinyaya ronî ya Ehmed, ji mêj ve tarî bûye. Sala 2017an birîndariyeke ji nişka ve, ziyan da damarên çavên wî û bînahiya xwe ji dest da.

Ew çaverêyî aştî û avadaniyê welatê xwe ye lê belê şer û koçberî sînga wî bernade.

"Me gelek zehmetî dîtin"

Ehmed Mehmûd ji Rûdawê re got,"Koçberiya Efrînê sala 2017an bû. Em li Şehbayê heft salan di bin çadiran de man.

Helbet pir zehmet bû, baran bû, serma bû, germ bû. Piştî wê em derketin em hatin Reqayê.

Li Reqayê jî êriş çêbû, êrişî me kirin. Em ducare reviyan bi rê ve. Hinek di bin pira de man.

Niha em hatin vê derê, di vê dibistanê de man. Yekî du salî bi me re heye, yekî şeş mehî bi me re heye."

Li Qamişloyê piraniya dibistanan ji bo koçberan hatine veqetandin. Di vê dibistanê de 63 malbat dijîn ku piraniya wan xelkê Efrînê ne.

Nebûna ava vexwarinê wisa kiriye ku li ber agirê sobeyê berfê bihelînin da ku vexwin. Cilên germ û xwarin jî bo wan gelekî kêm in.