Îlham Ehmed: Beriya her tiştî divê agirbest berdewam bike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêvebiriya Xweser diyar kir ku çespandina agirbestê û bidawîanîna çalakiyên leşkerî, bingeha bicihkirina rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn e û vegera bi silamet a koçberan garantî dike.

Îlhamê li ser hesabê xwe yê Xyê nivîsî ku di rojên borî de ji ber şer û aloziyan gelek gund û bajarok bi pêleke mezin a koçberiyê re rûbirû man.

Niha her kes li benda derfetekê ye da ku vegerin ser mal û milkên xwe.

Îlhamê behsa wê yekê jî kir ku hevwelatiyên sivîl bi şêwayekî gelekî xerab ji vê rewşê bandor bûne û di vê zivistana dijwar de pêvajoya xwendinê rawestiyaye.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêvebiriya Xweser her wiha destnîşan kir ku ew dê di hewl û destpêşxeriya xwe ya ji bo bidawîanîna şer bidomînin.

Îlhamê pesnê hemû hewlên neteweyî û navneteweyî da yên ku ji bo gihîştina aştiyê tên dan.

Ev daxuyaniya Îlham Ehmedê di demekê de ye ku dema agirbesta çarrojî îro bi dawî dibe.

Hewlên dîplomatîk ên li Hewlêrê û Şamê bi xurtî didomin da ku rê li ber gurbûna şer were girtin û mekanîzmaya tevlîkirina hêzên HSDyê ya di nav saziyên dewletê de were çespandin.

Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî gihîştin rêkeftineke ji 14 xalan.

Li gorî vê rêkeftinê, divê HSD tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe û dosyeya girtîgehên DAIŞê û qadên petrolê radestî Şamê werin kirin.

Wekî ku Îlham Ehmedê amaje pê kir, rewşa mirovî gihîştiye asta karesatê.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, di rojên borî de zêdetirî 134,000 kes koçber bûne ku piraniya wan niştecihên Heleb, Reqa û Dêrazorê bûn û ber bi Hisîça û Kobaniyê ve reviyane.

Ev pêla koçberiyê di demekê de ye ku herêm di bin bandora pêleke berfê de ye.

Koçber di nav dibistanan de hatine bicihkirin, ev jî bûye sedema rawestandina pêvajoya xwendinê û nebûna pêdiviyên germkirinê û dermanan.

Kobanî di bin dorpêçê de ye

Bajarê Kobaniyê niha di bin dorpêçeke tund a Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ye.

Di 9 rojên borî de hemû rêyên gihîştina sotemenî, av û nan a ji bo nav bajêr hatine birîn.

Kareba û înternet nemaye û firin jî kar nakin. Ev rewş wiha dike ku çespandina agirbestê bibe yekane hêviya xelkê da ku korîdoreke mirovî were vekirin û alîkarî bigihîjin wan.

Li aliyê din Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdulahê ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber sermayê 4 zarokan canê xwe ji det daye.