Neteweyên Yekbûyî: Hemû rêyên Kobaniyê girtî ne û derman kêm in
New York (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Haq ragihand ku hemû rêyên ku diçin Kobaniyê girtî ne û şirîkên wan ji rewşa mirovî ya bajêr dilgiran in.
Haq diyar kir ku ji bo gihandina alîkariyê ew bi rayedarên Sûriyeyê re di pêwendiyê de ne.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq di kongreyeke rojnamegeriyê de bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdulla yên li ser rewşa Kobaniyê da.
Haq diyar kir, "Ofîsa Kordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) em agahdar kirine ku şirîkên me yên li wir ji metirsiya xerabbûna rewşa mirovî ya li herêmê dilgiran in."
"Rê girtî ne, av û elektrîk nînin"
Li gorî gotina Farhan Haq, niha hemû rêyên ku diçin Kobaniyê girtî ne û qutbûna elektrîk, av û înternêtê bûye asteng ku xelk bigihîje xizmetguzariyên serekî.
Hag derbarê rewşa xwarin û dermanan a li bajêr eşkere kir ku rapor gihîştine ber destê wan ku xwarin û pêdiviyên sereke kêm bûne.
Ferhan haq her wiha hat diyarkirin ku her çiqas navendên tenduristiyê kar dikin jî lê "kêmasiya dermanan heye."
Alîkariyên li herêmên din
Farhan Haq li ser herêmên din jî ragihand ku piştî pevçûnên dawî tîmên wan û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) li parêzgehên Heleb, Reqa, Hisîça û Dêrezorê berdewam in li ser dabînkirina pêdiviyên bijîşkî, xizmetguzariya xwarinê ya gerok û çavdêriya ji bo birîndar û jinên ducanî.
Pirs û bersivên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulla û Farhan Haq wiha ne:
Farhan Haq: Doh pirsa rewşa bajarê Kobaniyê yê parêzgeha Heleba Sûriyeyê ji min hat kirin. Ofîsa Kordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) em agahdar kirine ku şirîkên me yên li wir ji metirsiya xerabbûna rewşa mirovî ya li herêmê dilgiran in. Niha hemû rêyên ku diçin Kobaniyê girtî ne. Qutbûna elektrîk, av û înternêtê asteng e li pêşiya gihîştina xelkê bi xizmetguzariyên seretayî.
Şirîkên me dest bi şandina raporan kirine ku xwarin û kelûpelên din ên sereke kêm bûne. Navendên tenduristiyê kar dikin lê rapor hene ku derman kêm in. Tîma me bi rayedarên li Helebê re di nav guftûgoyê de ye bê ka em çawa dikarin piştevaniya wan bikin.
Di heman demê de, em û şirîkên xwe berdewam in li ser pêşkêşkirina alîkariya mirovî piştî pevçûnên dawî yên li parêzgehên Heleb, Reqa, Hisîça û Dêrezorê. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û şirîkên wê pêdiviyên bijîşkî, xizmetguzariya xwarinê ya gerok û çavdêriya ji bo birîndar, zarok û jinên ducanî dabîn dikin. Her wiha em bi şirîkên xwe û rayedaran re di pêwendiyê de ne ji bo nirxandina zêdetir û hêsankariya gihîştina alîkariyan.
Rûdaw: Te got hemû rêyên Kobaniyê girtî ne. Gelo we pêwendî bi berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re daniye bê ka çima ev dorpêç danîne ser Kobaniyê ku bajarekî ku piraniya şêniyên wî Kurd in? Sedem çi ye?
Farhan Haq: Em bi rayedaran re di pêwendiyê de ne. Em dixwazin nirxandineke zêdetir bikin û piştrast bin ku rê bi çûna Kobaniyê tê dayîn. Loma em dê li ser vê yekê karê xwe berdewam bikin.
Rûdaw: Gelo tiştê ku li hemberî Kobaniyê dikin, bi yasayên navneteweyî re li hev dike?
Farhan Haq: Tiştê ku em dixwazin jê piştrast bin ew e ku destê me bigihîje hemû kesên ku pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye, di nav de Kobanî jî û em dê xebatên xwe yên li ser vê yekê bidomînin.
Rûdaw: Tenê pirseke din, tîmên we li ser rewşa xelkê sivîl ê li Kobaniyê çi dibêjin? Çimkî ew raporên medyayî yên ku ez dibînim behsa wê yekê dikin ku zêdetirî hefteyekê ye ava paqij û elektrîka xelkê nîne.
Farhan Haq: Beşek ji tiştê ku pêwîstiya me pê heye, destûra tam e ji bo kirina nirxandinê, ew jî ew tişt e ku em hewl didin bi dest bixin.