Çavkaniyên Rêveberiya Xweser: Agirbesta HSD û Şamê hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) li ser dirêjkirina wê agirbesta ku îro roja dawî ya wê bû li hev kir.

Li gorî du çavkaniyên taybet ên Rûdawê û çend çavkaniyên din, hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) li ser dirêjkirina agirbestê li hev kiriye.

Tê gotin ku agirbest ji bo mehekê hatiye dirêjkirin lê çavkaniyeke din a ji Şamê vê dirêjkirinê red dike.

Fermandarekî payebilind ê HSDyê ji Dewran Mehmûdê edîtorê Rûdawê re got, "Agirbesta di navbera me û artêşa Sûriyeyê de heta demeke nexuya hate dirêjkirin."

Çavkaniyeke din a berpirs di Birêvebiriya Xweser de ji bo Nûşîn Hemêya edîtora Deska Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê ragihand ku agirbest ji îro ve dê heta mehekê bidome.

Her wiha du çavkaniyên hikûmeta Sûriyeyê ji bo ajansa AFPê (Agence France-Presse) peyivîn û ragihandin ku dirêjkirina agirbestê dê ji bo mehekê be.

Agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Şamê de ji bo çar rojan hatibû îlankirin.

Li gorî wê biryarê, divabû agirbest îşev saet 08:00an bi dawî bûbûya.

Ev agirbest di çarçoveya têgihiştineke berfireh a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de ye. Armanca dirêjkirinê gihîştina rêkeftinekê û didomandina guftûgoyan e.

Xala herî giring a guftûgoyan, li ser paşeroja tevlîkirina saziyên Kurdan ên li parêzgeha Hisîçayê yê ya di nav saziyên hikûmî yên Sûriyeyê de ye.

Her wiha rewşa Kobanî û Qamişloyê jî di navbera her du aliyan de tê nirxandin.

Yek ji çavkaniyên Sûriyeyî ji AFPyê re gotiye dirêjkirina agirbestê "ji bo dema mehekê ye ku wekî maweya herî zêde tê dîtin."

Çavkaniyeke din a Sûriyeyê dibêje rêkeftin "bi îhtimaleke mezin ji bo mehekê" tê dirêjkirin û eşkere kir ku "temamkirina pêvajoya veguhastina girtiyên rêxistina DAIŞê yek ji sedemên dirêjkirinê ye."

Çavkaniyeke Kurd a agahdarî dan û standinan jî ji wê ajansê re gotiye agirbest tê dirêjkirin "heta ku em bigihîjin çareseriyeke siyasî ya ku her du aliyan razî bike."

Lê belê piştî belavbûna van nûçeyan, medyaya fermî ya Sûriyeyê li ser zarê berpirsekî Wezareta Karên Derve yê ku nexwest navê wî were eşkere kirin belav kir ku nûçe ne rast e.

Hevdemî agirbestê, Amerîkayê dest bi pêvajoya veguhastina girtiyên DAIŞê ya ji Sûriyeyeyê bo Îraqê kiriye.

Li gorî CENTCOMê, hejmara wan "gihîştiye 7,000 girtiyan."

Heta amadekirina vê nûçeyê, HSD û  hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ti zanyariyeke fermî derbarê dirêjkirina agirbestê de belav nekiriye.