Li ser nexşeya Kurdistanê ya Rûdawê Rêxistineke azerî ji Malikî re name şand

24-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 


Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistineke Azeriyên Îranê li dijî nexşeya rewşa hewayê ya televizyona Rûdawê nerazîbûn nîşan da û ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî xwest ku nehêle ew nexşe werê belavkirin.

Rêxistina azerî ya bi navê Rêxistina Parastina Netewî ya Azerbaycanê ku wek rêxistineke neyara rêjîma îslamî ya Îranê li komara Azerbaycanê xebat dike û daxwaza serxwebûna Azeriyên Îranê dike, nameyek ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re şand û “ji ber ku nexşeya rewşa hewayê ya Rûdaw TV li dijî yekparçebûna xaka Azerbaycanê ye“ jê xwest ku divê neyê belavkirin. Di nameyê de wiha hatiye gotin: “Nexşeya rewşa hewayê ya Rûdawê li ser bingeha daxwaziyên vala yên nasyonalîzma kurdî û berpirsên hikûmeta xweser a bakûrê Iraqê hatiye çêkirin.”

Rêxistina azerî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê dike ku wek serokwezîrê hilbijartî yê gelê Iraqê nehêlê ew nexweş werê belavkirin, herwiha pêşiya “hewlên têkderane” yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire.

Wê rêxistina neyara Îranê berpirsên Herêma Kurdistanê jî rexne dike û wiha dibêje: “Gelê Azerbaycanê di dema revhewarê de himbêza xwe ji penaberên kurd re vekir û ew li nav bajarên xwe de hewand. Lê dema hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin mafê cîrantiyê bi cih neanî û niha jî Mesûd Barzanî bi belavkirina nexşeya xeyalî ya Kurdistana mezin çavê xwe berdaye xaka netewên cîran ên mîna Tirkên azerî û dixwaze dagîr bike.”

Beriya niha jî nexşeya rewşa hewayê ya televizyona Rûdawê bibû rojeva medyayên Tirkiyê û Azeriyên Îranê, heta wezîrê parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz neçar mabû ku li ser vê yekê daxuyaniyê bide. Li gorî wan nasyonalîstên Tirk û Azeriyan, beşek ji nexşeya televizyona Rûdaw ne xaka Kurdistanê ye, lê xaka Tirk û Azeriyan e.

Rêveberê giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed, wiha bersiv da wan rexneyên li hemberî nexşeya Kurdistanê ya Rûdawê: “Ew nexşeya ku Rûdaw bikartîne di nav hiş û dilê Kurdan de ye. Ew nexşe bêyî ti biryareke fermî û siyasî hatiye çêkirin. Qesta Rûdawê ne birîndarkirina hestên ti netewekî ye, ji ber ku Rûdaw bi awayekî profesyonel kar dike.”

Ako Mihemed herwiha diyar kir ku hinek navendên siyasî, ku wek navendên şovenîstî tên nasîn, li dijî nav û nexşeya Kurdistanê ne ku bi dehan û sedan salan di nav ensîklopêdî û ferhengên cihanê de tê bikaranîn û got ku “Rûdaw dewletê ava nake, ji ber ku karê wê belavkirina nûçe û agahiyan e“.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst