FLAŞ - Generalê amerîkî Joseph Votel çû Rojava

24-02-2017
RÛDAW
Nîşan Rojava General Joseph Votel HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi berpirs û fermandeyên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) civîn pêk anîne.

 

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Telal Silo îro înê 24ê Sibata 2017ê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku general Joseph Votel serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi rayedarên HSDê re civîn pêk anîne.

 

Telal Silo got: “Weke tekezkirinek bo piştgiriya Amerîkayê ji bo hêzên me, piştî serdana senatorê amerîkî John McCain û hevdîtinên wî bi serkirdeyên me re û tekeziya wî li ser piştgiriya me, Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Votel îro serdana herêman di bin kontrola me de kir”.

 

Silo herwiha da xuyakirin: “Votel çend hevdîtin bi fermandeyên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk re pêk anî”.

 

Berdevkê HSDê destnîşan kir: “Encamên civînan erênî bûn û têde behsa pêşketinên operasyona Xezeba Firatê û herwiha mijarên leşkeriyên hevbeş hat kirin”.

 

Pêştir jî rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê belav kiribû, ku senator komarîxwaz ê amerîkî, John McCain hefteya bihorî bi awayekê nihênî serdana herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

 

Li gorî wê raporta rojnameya amerîkî, McCain li Kobanî bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û berpirsên Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) re jî hevdîtin pêk anî.

 

Hatiye ragihandin, ku serdana McCain bo Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya geşta wî ya bo welatên Rojhilata Navîn çêbûye, ku serdana welatên Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst