Hewlêr (Rûdaw) – Jinekê kurdê êzidî ku temenê wê bûye 130 sal dibêje, “Ez ne ji ber mezinbûna temen û pîrbûnê nexweş ketim lê belê bûyer û trajediya Şingalê bandoreke mezin li jiyana min kir.”
Li gorî nasnameya wê Rewşê Qasim di 1ê Tîrmeha sala 1887ê jidayik bûye. Ew xelka Komalgeha Dihola ya devera Şingalê ye. Niha li Kampa Kebertûyê akincî bûye û bi tenê di nav çadirekê de dijî.
Rewşê di 130 salên jiyê xwe de ye û hemû ferman û karesatên biser kurdên êzidî de hatine tê bîra wê. Lê ew dibêje, herî zêde êrîş û komkujiyên DAIŞê bandor li wê kiriye.
Rewşê Qasim dibêje; “Heger hemû êzidî bi hevre bimirana û nehiştibana, wiha li ber çavê me ev jin û zarok bên kuştin û serjêkirina baştir bû. Zarok di bin daran û beran de man. Em bi hevre qewilîbana çêtir bû.”
Kurê wê yê herî biçûk Qasim Faris jî li çadira kêleka ya dayika xwe de dimîne. Ew dibêje pêwîstiya dayika wê bi alîkariyê heye.
Qasim Faris diyar dike; “Niha pir zehmet e bûye, kor e û nabîne. Ji bo em dibin doxtor divê otomobîlekê bigrin. Meaşê wê hatiye birîn. Divê alîkariyek ji me re hebe.”
Nav û formên Rewşê di nav tomarên Tora Parastina Civakî hene lê jiber pêvajoya bayometrî hatiye ragirtin, kartê kirin da ku careke din dest pê bike.
Rêveberê Tora Parastina Civakî li Duhokê Riza Naîf jî dibêje; “Niha li parêzgeha Duhokê 18 hezar û 872 kes li hêviya bi temambûna sîstema bayometrî ne, eger ev sîstem bikeve kar dê meaşên wan bê dayîn.”
Rewşê ya pîr 2 caran şû kiriye û 249 kur û keç û nevî û nevîçirkên wê hene. Heta niha 23 kurd û neviyên wê çûne ber dilovaniya Xwedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse