Tom Barrack pesnê Serok Barzanî da: Lîderekî efsanewî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, pesnê helwesta Serok Mesûd Barzanî ya derbarê hilbijartina Serokwezîrê Îraqê da.

Barrack da zanîn ku Serok Barzanî "serkirdeyekî efsanewî ye" û xwedî "zanebûneke matmayî ye."

Serok Mesûd Barzanî 23yê Sibata 2026an li Pîrmamê bi Tom Barrack re civiyabû.

Di civînê de wan mijara destnîşankirina Serokwezîrê nû yê Îraqê gotûbêj kir.

"Serkirdeyekî efsanewî ye"

Wekî ku di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye, Serok Barzanî ji Tom Barrack re gotiye:

"Çarçoveya Hevahengiyê biryarê dide bê ka dê kî bibe namzedê postê serokwezîriyê.

Li cem me jî girîng e ku serokwezîr pêbendî destûrê û prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê be."

Derbarê vê helwesta Serok Barzanî de û wekî piştgiriyekê, Barrack li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, "Zanebûneke matmayî ji lîderekî efsanewî."

Serok Barzanî berê jî eşkere kiribû ku di pêvajoya destnîşankirina serokwezîr de, divê yekrêziya niştimanî li pêş be û ew daxwaza pêkhateyên cuda yên Îraqê nîşan bide.

Lê piştî zêdetirî 4 mehan ji hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ku xwediyê herî zêde kursiyan e, di nav nakokiyên navxweyî de ye û heta niha nekarîbûye li ser namzedekî li hev bike.

Rola Serok Barzanî ya li herêmê

Civîna Tom Barrack û Serok Barzanî li Pîrmamê bi rê ve çû û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tê de amade bû.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Tom Barrack pesnê rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di aramkirina aloziyên herêmê de da.

Wî bi taybetî pesnê hewldanên Serok Barzanî yên ji bo rêlibergirtina belavbûna aloziyên li Sûriyeyê da.

Her wiha rola wî ya di hêsankirina guftûgoyan û peymana agirbestê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bilind nirxand.

Barrack amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka ji bo çareserkirina krîz û pirsgirêkên siyasî yên Îraqê pişta xwe bi "zana û rênimayên" Serok Barzanî girê dide.

Civînên Barrack ên li Bexdayê

Serdana Barrack a Hewlêrê piştî çendîn civînên li Bexdayê hat.

Barrack 22yê Sibatê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re guftûgoyên "biberehm" kiribûn.

Di wan civînan de bal kişandin ser pêwendiyên dualî, aramiya herêmê, karkirina hevbeş a di warê aborî de û rola Îraqê di rêlibergirtina aloziyên li Rojhilata Navîn de.

Barrack Her wiha wî bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re jî civiya da ku hevahengiya ewlehiyê û pêşhatên wekî veguhastina girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyeyê ber bi Îraqê ve gotûbêj bikin.

Serdan û civînên Barrack di demekê de ne ku liv û tevgerên dîplomatîk ên Amerîkayê li Îraqê zêde bûne.

Ev yek di demekê de ye ku piştî hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn, fraksiyonên siyasî ji bo avakirina hikûmeteke nû hewl didin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê bi eşkereyî dijberiya xwe ya ji bo vegera Nûrî Malikiyê Serokwezîrê berê yê Îraqê ji bo wî postî nîşan dabû.

Rola Barrack a wekî Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê û Şanderê Taybet ê Sûriyeyê, guftûgoyên avakirina hikûmeta Îraqê dixe nav çarçoveya hewldanên berfireh ên Amerîkayê yên ji bo aramiya herêmê.

Ev hewldan piştî agirbesta dawî ya li Sûriyeyê û peymanên tevlîkirinê tên.

Pesndana wî ya ji bo Serok Barzanî jî nîşanek e ku Amerîka ji bo pêşvebirina vîzyona xwe ya li herêmê û rûbirûbûna nearamiyê, pişta xwe bi serkirdayetiya Kurd girê dide.