Hewldaneke nû ya siyasî: Platforma Neteweyî ya Kurdan çi dixwaze?

Hewlêr (Rûdaw) - Belgeya helwesta siyasî û modela damezrandinê ya "Platforma Neteweyî ya Kurdan" hat eşkerekirin.

Platformê ragihand ku armanca wan parastina mafên neteweyî yên kolektîf e û ew modela "serokatiya yekane" red dikin.

Platforma Neteweyî ya Kurdan, belgeya xwe ya stratejîk a bi navê "Helwesta Siyasî û Modela Damezrandinê" belav kir.

Li gorî belgeyê platform li ser bingeha normên hiqûqa navneteweyî û mafê çarenivîsê  yê neteweyan hatiye avakirin.

"Em wesayetê red dikin"

Di belgeyê de xaleke balkêş a derbarê "wesayetê" de cih digire.

Platformê diyar kir ku ew "Her hewldanek ji bo wesayetê ji aliyê her partiyeke siyasî, tevgereke îdeolojîk, an komeke olî ve red dikin."

Platformê destnîşan kir ku ew rêbazên çekdarî û tundiyê wekî amûrên siyasî qebûl nakin û xebatên xwe di çarçoveya qanûnê de û bi awayekî aştiyane dimeşînin.

Daxwazên sereke: Statu û ziman

Platforma Neteweyî ya Kurdan daxwazên xwe yên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan di bin çend xalan de rêz kirin.

Li gorî belgeyê, daxwazên sereke yên platformê ev in:

*   Naskirina mafê xwerêvebirinê yê neteweya Kurd.

*   Statuya demokratîk û bi destûrî garantîkirî.

*   Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û bikaranîna ziman di qada giştî de.

*   Wekheviya di temsîliyeta siyasî de.

*   Vegerandina navên cihan ên Kurdî.

*   Eşkerekirina cihên veşartina kesayetên dîrokî yên Kurd.

*   Parvekirina dadperwer a çavkaniyan.

Modela "Berdevkê Demkî"

Di sîstema birêvebirina platformê de modelek ciyawaz hatiye hilbijartin.

Li gorî rêziknameya platformê, "Modelek yekane ya serokatiyê tune."

Li şûna serok, sîstema "Berdevkê Demkî" tê bikaranîn.

Berdevk ji nav endamên Komîteya Birêvebir (Lijneya Rêveber) ji bo 6 meh an salekê tê hilbijartin û heman kes nikare du caran li pey hev bibe berdevk.

Platform ji Civata Giştî (40 endam) û Komîteya Birêvebir (11 endam) pêk tê.

Dîplomasiya navneteweyî

Platformê her wiha ragihand ku ew plan dikin "Nûnertiya Neteweyî" ava bikin.

Armanca vê nûnertiyê ew e ku bi saziyên wekî Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê re têkiliyên dîplomatîk deyne û mafên Kurdan biparêze.