Li Amedê qeza: 5 mirin û 2 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibî û di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Parêzgariya Amedê li ser qezayê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê qeza îro li derketina taxa navçeya Çinarê çêbûye.

Di qezayê de du otomobîl li hev qelibîn.

Şofêrên her du otomobîlan û 3 kesên din li cihê bûyerê mirin û her wiha 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê her du kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku tedawiya her du birîndaran a li nexweşxaneyê didome.

Parêzgariya Amedê diyar kir ku derbarê qezayê lêkolîn û lêpirsîn bi baldarî tên meşandin.