Mezlûm Ebdî çû Silêmaniyê û bi Bafil Talebanî re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşana Silêmaniyê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re civiya.
Endamê Polîtburoya YNKyê Qubad Talebanî jî di civînê de amade bû.
Aliyan rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî behsa beşdariya xwe ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê kir û guherînên dawî yên li Sûriyeyê rave kirin.
Mezlûm Ebdî ji bo helwest û piştgiriya wan a di têkoşîna li dijî terorê de spasiya YNKyê kir.
“Em dê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bidomînin”
Serokê YNKyê Bafil Talebanî jî diyar kir ku ew dê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bidomînin û got:
“Heta ku Sûriye bibe welatek ku hemû kes tê de bibe xwedî maf û nûnertiya xwe em dê piştgiriya xwe bidomînin.”
Talebanî her wiha destnîşan kir ku divê hikûmeta Sûriyeyê rengvedana hemû pêkhateyên civakê be.
#WÊNE - General Mezlûm çû Silêmaniyê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 24, 2026
📌 Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî li hev civiyan
📸YNK pic.twitter.com/cq5dtVfNcL