Malbata Bedirxaniyan li Amedê kom bûn

24-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Malbata Bedirxaniyan ji bo çand û netewperweriya kurd xwediyê kedeke mezin in. Malbata Bedirxaniyan ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve hatibûn strginkirin û di gellek deverên cîhanê de belav bibûn.

Kesayetên vê malbatê ji Asya Navîn ji Ewropa û ji Rojhilata Navîn ji bo daweta Kurê Cemşîd Bedirxan li Amedê hatin ba hev. Pêşenga vê malbatê niha jî keça Celadet Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan e.

Sînemxan Bedirxan ji bo daweta biraziyê xwe Kurd Bedirxan piştî demeke dirêj hate Amedê.

Malbata Bedirxaniyan bi cil û bergên xwe yên Kurdistanî bi coş û keyfxweşî bi govendê daweta xwe pîroz kirin. Malbata Bedirxaniyan her çiqas ji welatê xwe hatibin dûrxistin û bi netewên cûda re têkilî danîbin jî nirxên xwe yên netewî parastine û li mîrasa malbata xwe xwedî derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst