Pêşmergeyek şehîd kir dayîka wî şîrê xwe lê heram kir

24-03-2015
RÛDAW
A+ A-
Silêmanî (Rûdaw) – Dayîka çekdarekî kurd ê DAIŞê, ku bi destê xwe pêşmergeyek şehîd kiriye, şîrê xwe li wî çekdarî heram kir.


Rêxistina DAIŞê duh vîdyoyek belav kiribû. Di vîdyoyê de dihat dîtin ku komek çekdarên kurd ên DAIŞê piştî ku gefan li kurd û Kurdistanê dixwin, pêşmergeyekî dîl jî şehîd dikin.


Ew pêşmergeyê dîl ji aliyê çekdarê kurd ê DAIŞê yê bi navê Şalaw Bextiyar ve hat şehîdkirin.


Dayîka wî çekdarê kurd ê DAIŞê ji Rûdawê re got, kurê min meha Îlona par wenda bû. Heta duh jî me nizanîbû tevlî DAIŞê bûye. Ew êdî ne kurê min e.


Du birayên wî çekdarê DAIŞê, bi awayekî xwebexş bûne pêşmerge û li dijî DAIŞê şer dikin, xûşkek wî jî di zanîngehê de dixwîne. Ew ji vê yekê dilgiran bûye û dibêje, ez şer dikim herim zanîngehê. Ez nizanim dê çawa bersiva xelkê bidim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst