Prof. Dr. Kadrî Yildirim rakirin nexweşxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji ber ku xwînrijiya ser mêjiyê wî, îro serê sibê wî rakirin nexweşxaneyê û di bin çavdêriya hûr de ye.

Biraziyê Kadrî yildirim yê bi navê Mahmût Yildirim di derbarê rewşa tendirustiya ji Rûdawê re axivî û got “îro serê sibê di derdora saet 7:00an de xwîn rijiya ser mêjî apê min û wî rakirn nexweşxaneya Memorial a Amedê.”

Herwiha Mahmût Yildirim da zanîn ku rewşa tendirustiya Kadrî Yildirim ciddî ye û di bin cavdêriya hûr de ye.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kadrî Yildirim di meha Berfenbara 2020an de jî bi koronayê ketibû û ji ber wê yekê demeke dirêj di nexweşxanyê de mabû.