Li Midyadê 24 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa rêwiyan wergeriya û 24 kes birîndar bûn.

Doh li ser rêya Midyad û Cizîrê li nêzîkî gundê Qertmînê mînîbusa rêwiyan ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Mêrdînê.