Sirri Sakik: Bila Îran ji aqûbeta Sedam dersê wergire
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik got, “Kurdên Başûr ne bi tenê ne. Bila Îran ji aqûbeta Sedam dersê wergire.”
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê bertekeke tund nîşanî êrişa Îranê da.
Sakik di peyama xwe de hişyarî da rejîma Îranê û diyar kir ku Kurdên Başûr ne bi tenê ne.
"Kurdan fîşekek jî neteqandiye"
Sirri Sakiki di peyama xwe de bal kişand ser helwesta Kurdan a di dema şer de û wiha got:
"Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye ve, tevî hemû provokasyonan jî Kurdan fîşekeke bi tenê bernedaye Îranê.”
Sakik Îran wekî "rejîma kujera Kurdan" pênase kir û got:
"Îro rejîma Îranê ya kujera Kurdan, bi 6 mûşekên balîstîk xalên Pêşmergeyan ên li Herêma Kurdistanê kirine hedef û 6 Pêşmerge qetil kirine."
"Bila ji aqûbeta Sedam dersê wergirin"
Siyasetmedarê Kurd diyar kir ku Îran dixwaze bi kuştina Kurdan, agirê şerê li herêmê geş bike û bal kişand ser aqûbeta dîktatorên herêmê û hişyariyên xwe wiha domandin:
"Eşkere ye ku rejîma Îranê dixwaze bi kuştina Kurdan, wekî ku berê dikir, provokasyona şerekî herêmî bide destpêkirin.
Lê divê birêvebirên rejîmê vê yekê zanibin: Kurdên Başûr ne bi tenê ne. Rejîma Îranê divê ji aqûbeta Sedam dersê wergire ku wî jî di pêşerojê de komkujiyên wiha kiribûn."
İran savaşı başladığından beri Kürtler, tüm kışkırtmalara rağmen İran’a bir kurşun bile atmamışken; bugün Kürt katili İran rejimi, Kürdistan Bölgesi’ndeki peşmerge noktalarını 6 balistik füzeyle hedef almış ve 6 Peşmergeyi katletmiştir. Belli ki İran rejimi, bölgesel bir savaşı…
— sırrısakık (@sakiksirri) March 24, 2026