PWK: Em êrişên komên terorîst bi tundî şermezar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişa li dijî Pêşmergeyan şermezar kir.
PWKyê ragihand ku Îran û komên girêdayî wê dijminatiya gelê Kurdistanê dikin.
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Buroya Ragihandinê ya PWKyê derbarê êrişa bi mûşekan a li ser baregehên Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir.
PWKyê da zanîn ku êrişên Îranê û komên girêdayî wê yên li Îraqê didomin.
PWKyê diyar kir ku ew kom êrişî kampên sivîlên Rojhilatê Kurdistanê jî dikin.
"Em li cem xwişk û birayên xwe ne"
PWKyê êriş bi tundî şermezar kir û eşkere kir ku ew li cem xwişk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.
PWKyê daxwaza maf û azadiyan kir û got:
"Em hêvî dikin ku ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê rêya azadî û statuya siyasî vebibe.
Her wiha em hêvî dikin ku ji bo hemû gelên li Îranê rêya azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê vebibe."
PWKyê di dawiya daxuyaniyê de ji bo Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye rehma Xwedê hate xwest û ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî û ji bo birîndaran jî daxwaza şifayê hate kirin.