PSK: Dijminatiya li hemberî Kurdan wan xelas nake
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrişa li Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û got, “Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Başûrê Kurdistanê bin."
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihandibû, îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê êrişê de daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.
PSKê êriş wekî "êrişeke hovane û tirsonek a li dijî hebûn û mafê jiyanê yê Kurdan" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de PSKyê sersaxî ji malbatên Pêşmergeyên şehîd û gelê Başûrê Kurdistanê re xwest û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.
"Ev dijminatiya li hemberî Kurdan wan ji dawiya neçar a li benda wan e xilas nake"
PSKyê diyar kir ku "barbaran di nav êşa hilweşîn û tunekirinê de, mûşekên xwe yên dawî li dijî Kurdan bikaranîne" û tekez kir ku ev dijminatî "wan ji dawiya neçar a li benda wan xilas nake."
PSKyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Eşkere ye ku van barbaran, di nav êşa hilweşîn û tunekirinê de, mûşekên xwe yên dawî li dijî Kurdan bikaranîne.
Bila were zanîn ku dijminatiya wan a li hember Kurdan wan ji dawiya neçar a li benda wan xilas nake.
Em dê bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Başûrê Kurdistanê bin."