Îkbal Durre: Ji bo Kurdan hem metirsî hem jî derfet hene

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê pêwendiyên navneteweyî Îkbal Durre ragihand ku di îhtimala şerekî navbera Amerîka û Îranê de, dê Tirkiye bikeve rewşeke gelekî zehmet.

Îkbal Durre destnîşan kir ku heger li Îranê rewş ji kontrolê derkeve, îhtîmal heye statuya Kurdan li wî welatî bihêztir bibe.

Li gorî Durre, Tirkiye ji xurtbûna statuya Kurdan ditirse.

Pisporê pêwendiyên navneteweyî Îkbal Durre, ji Stenbolê bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hawar Celaledînê bersivandin.

Durre destpêkê ji bo Pêşmergeyên ku di êrişa dawî de şehîd ketine sersaxî xwest.

Durre li ser pirsa "Heger Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê dest bi êrişekê bikin, dê rola Tirkiyeyê çi be?" diyar kir ku Tirkiye dê di rewşeke zehmet de bimîne û got:

"Tirkiye bi giştî pêwendiyên xwe yên li gel Enqere, Tehran û Rojava hevseng dike.

Lê heger şer derkeve û mecbûr bimîne hilbijartinekê bike, ji ber ku endama NATOyê ye, dê bi Amerîkayê re tevbigere."

Durre anî ziman ku ev biryar dê bandoreke mezin a aborî û siyasî li Tirkiyeyê bike.

Tirsa Tirkiyeyê ya ji xurtbûna Kurdan

Îkbal Durre bal kişand ser bandora rûxîna rejîma Îranê ya li ser Kurdan û siyaseta Tirkiyeyê û anî ziman:

"Heger li Îranê rewş ji kontrolê derkeve, dibe ku statuya Kurdan li wir bihêztir bibe.

Tirkiye bihêzbûna statuya Kurdan li welatên din ên Rojhilata Navîn ji bo xwe wekî metirsiyekê dibîne."

Li gorî nirxandina Durre, Tirkiye niha her tiştî dike da ku rê li ber şerekî mezin bigire û Amerîkayê îqna bike.

‘Trump guh dide aboriyê’

Îkbal Durre derbarê polîtîkayên Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew niha naxwaze şerekî mezin derkeve û da zanîn:

"Tiştê ku bala Trump dikişîne tenê pere û herêma Kendavê ye.

Ew dixwaze nirxê petrolê di hevsengiyê de bimîne."

Durre destnîşan kir, dibe ku Trump di demeke kurt de bi Îranê re peymaneke demkî çêbike lê hişyarî da ku ev yek dê krîzên herêmê bi temamî çareser neke û pirsgirêkên Rojhilata Navîn dê demdirêj bin.

Ji bo Kurdan derfet û metirsî

Îkbal Durre li ser rewşa Kurdan a di nav van aloziyan de jî nirxandinên girîng kirin.

Durre ragihand ku pêvajo ji bo Kurdan hem metirsîdar e û hem jî derfetan di nav de dihewîne û got:

"Kurd ketine pêvajoyeke wisa ku hem rîskên mezin hene hem jî dikarin destkeftiyan bi dest bixin."

Durre destnîşan kir, ji bo ku Kurd bi ser bikevin, şerta herî girîng yekîtiya navxweyî ye û wiha pê de çû:

"Heger Kurd di cewherê xwe de yekîtiyeke xurt ava bikin, dikarin statuyeke xurt bi dest bixin.

Lê heger ev yekîtî nebe, pêvajo gelekî metirsîdar e."