Bafil Talebanî bangî Îraq û civaka navneteweyî kir: Rê li ber êrişan bigirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êrişa Îranê ya li ser Hêzên Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û ji Bexda û civaka navneteweyî xwest ku rê li ber van êrişan bigirin.
Wezareta Pêşmerge ragihandibû ku berê sibeha îro Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama vê êrişa giran de 6 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Serokê YNKyê Bafil Talebanî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûneke tund nîşan da.
“Binpêkirina serweriya xaka Îraq û Herêma Kurdistanê ye”
Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên Pêşmergeyan re xwest û got:
"Em nerazîbûna xwe ya tund li hemberî şehîdkirin û birîndarkirina hejmarek Pêşmergeyên qehreman nîşan didin.
Em ji dil sersaxiyê ji kesûkar, malbat û hevsengerên şehîdan re dixwazin û ji bo birîndaran jî hêviya zû başbûnê dikin."
Serokê YNKyê êriş bi tundî şermezar kir û diyar kir:
"Armanckirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Îraq û Herêma Kurdistanê ye û em wê şermezar dikin."
Banga li Bexda û civaka navneteweyî
Bafil Talebanî daxwaz ji rayedarên Îraqê kir ku tevbigerin û wiha pê de çû:
"Em daxwazê ji hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî dikin ku hewlên xwe bixin tevgerê da ku rê li ber dubarebûna her cure êrişên bi vî rengî bigirin."
Talebanî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha anî zimên:
"Em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji vî şerî.
Berevajî vê, me hewlên xwe yên dîplomatîk xistine tevgerê da ku em bi rêya guftûgoyê bibin beşek ji dîtina çareseriyeke aştiyane, da ku aramî vegere herêmê."