Bi mûşekan êrişî Pêşmergeyan hat kirin, şehîd û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Herêma 1ê ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ragihand ku îro baregehên Fîrqeya 7an di du demên cuda de bûne armanca mûşekan.

Li gorî daxuyaniyê îro demjimêr 01:50î bi 5 mûşekan êrişî baregeha fîrqeyê hatiye kirin.

Her wiha demjimêr 02:50î jî careke din êrişî nêzîkî baregeha fîrqeyê hatiye kirin.

Ev êrişa ku bi mûşekekê pêk hat, li nêzîkî gundê Kelekînê bû.

Lêkolîn didome

Fermandariya Herêma 1ê diyar got, "Em tekez dikin ku hêzên me di amadehiya temam de ne û lêkolîna li ser çavkaniya êrişan didome."

Şehîd û birîndar hene

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, ji ber êrişa li ser Hêzên Pêşmergeyan 6 Pêşmerge şehîd ketine.

Her wiha 22 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne û 2 Pêşmerge jî winda ne.

Zêdetirî 400 dron û mûşekan

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 400 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Hinek ji van êrişan rasterast li ser hêzên Pêşmergeyan bûn.

8 kesan canê xwe ji dest da

Ji xeynî êrişa îro, ji ber êrişên berê  li Herêma Kurdistanê 8 kesan canê xwe ji dest daye.

Yek ji wan karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.

6 ji wan Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bûn û yek jî leşkerekî Fransayê yê li Hewlêrê bû.

Êrişî Konsulxaneya Amerîkayê jî kirin

Doh bi şev, ji xeynî êrişa li ser wê deverê, çend dron ber bi Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û balafirgehê ve hatin şandin.

Ew dron ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin têkbirin.