Tirkiyeyê ji bo Pêşmergeyên ku şehîd ketine sersaxî xwest
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê ji bo Pêşmergeyên ku di êrişa mûşekî ya Îranê de şehîd ketine peyameke sersaxiyê belav kir.
Wezareta Pêşmergeyan berê sibeha îro daxuyaniyek dabû.
Wezaretê ragihandibû ku Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama vê êrişa giran de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
“Em xemgîn in”
Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê li ser vê êrişa li dijî Pêşmergeyan daxuyaniyek weşand.
Konsulxaneyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em ji ber candana endamên Hêzên Pêşmergeyan ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya vê sibehê xemgîn in.
Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Îraqê re dixwazin.”