Hakan Fîdan û Mesrûr Barzanî derbarê êrişa li Pêşmergeyan axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan telefonî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Hakan Fîdan ji ber şehîdbûna 6 Pêşmergeyên ku di êrişa mûşekî ya Îranê de şehîd ketine, sersaxiya xwe û ya Tirkiyeyê gihand Mesrûr Barzanî.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro êvarî bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.
Sersaxî ji bo Pêşmergeyan
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di pêwendiya telefonî de "Ji ber şehîdbûna 6 Pêşmergeyên di êrişa mûşekên balîstîk ên Îranê ya li ser hêzên Pêşmerge de sersaxî û hevxemiya xwe û ya Tirkiyeyê gihand Serokwezîr."
Hakan Fîdan her wiha ji bo birîndarên êrişê jî hêviya zûbaşbûnê xwest.
Di hember de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber pêwendî û hevxemiyê spasiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê kir.